Trump li ser hevdîtina bi Xi Jinping re got: Wê tiştên gelekî mezin çêbibin
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump li ser serdana Serokê Çînê Xi Jinping a li Qesra Spî daxuyaniyek da û hevdîtina xwe ya bi Xi re wekî "gelekî berhemdar" bi nav kir.
Trump li ser hesabê xwe yê medya civakî da xuyakirin ku di navbera her du welatan de tiştên gelekî mezin dê çêbibin û got ku Xi jî wekî gelek kesan ji bo hişê çêkirî, îstixbarata çêkirî ango navê rastir û girîngtir ê ‘hişê super’ pejirandiye.
Ji aliyê din Balyozê DYAyê yê li Çînê David Perdue ragihand ku di hevdîtina erênî ya di navbera serokan de, Trump bi rengekî eşkere gotiye ku alîkariya Çînê ya ji bo Îranê nayê qebûlkirin.
Li gorî nûçeya rojnameya The Wall Street Journal, di navbera destpêka salê û dawiya hezîranê de Çînê bi hezaran kelûpelên du-armancî yên wekî parçe û pêkhateyên moşek û drone şandine Wezareta Berevaniyê ya Îranê.