TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Me hê derba mezin li Îranê nexistiye

Admin H
Nivîskar
📅 02 adar 2026 19:40

PeyamaNews - PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê dê hîn xurttir bibin û destnîşan kir, heta niha derba herî giran li Îranê neketiye.

Trump diyar kir ku artêşa Amerîkayê di warê stratejîk de ji plana xwe ya demê pêşdetir e û pêşbînî dike ku ev şer nêzîkî çar hefteyan bikişîne.

Serokê Amerîkayê bang li sivîlan kir ku ji bo parastina canê xwe di malên xwe de bimînin, ji ber ku êrîşên nû û berfirehtir di rojevê de ne.

Di derbarê rewşa serkirdayetiya Îranê de Trump got ku di encama êrîşan de 49 rayedarên payebilind hatine kuştin û niha di nav rêveberiya Tehranê de alozî û valahiyeke mezin heye.

Trump destnîşan kir ku hewldanên dîplomatîk, bi taybetî yên li ser mijara uranyumê, bi ser neketine û got ku ji ber helwesta Tehranê peymanek çênebûye û diyar kir, niha nayê zanîn ka kî welêt bi rê ve dibe û ev yek nîşana lawazbûna desthilatdariyê ye.

Trump her wiha bal kişand ser helwesta welatên Kendavê û got ku piştî êrîşên moşekî yên Îranê yên li ser deverên sivîl, hêrsa van welatan zêde bûye û rexne li peymanên berê yên atomê girt û operasyonên niha wekî berdewamiya stratejiya xwe ya berê, mîna kuştina Qasim Silêmanî, bi nav kir.

Trump di dawiyê de diyar kir ku ew naxwazin şer pir dirêj bibe, lê armanca wan a sereke rêgirtina li ber xetereyên atomî û leşkerî yên Îranê ye.

Parve bike: