Trump: Me ji bo merasîma Xamineyî hefteyek mohlat daye Îranê
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, di 250yemîn salvegera serxwebûna welatê xwe de li Çiyayê Rushmore gotarek pêşkêş kir û derbarê şerê bi Îranê re û qeyrana Venezuelayê de peyam dan.
Trump eşkere kir ku Washingtonê ji ber sedemên mirovî mohleta hefteyekê daye Îranê daku Tehran karibe merasîmên veşartina Rêberê Bilind Elî Xamineyî bi rê ve bibe û di vê heyamê de hemû çalakiyên leşkerî hatine rawestandin.
Serokê Amerîkayê bal kişand ser hêza mezin a welatê xwe û destnîşan kir ku wan derbeyên gelek giran li Tehranê xistine û di nav rojekê de dawî li rûbirûbûnên li Venezuelayê anîne.
Trump, Amerîka wekî mezintirîn pêşkêşkarê xizmetên mirovî di dîrokê de pênase kir û got ku Îranî bi her awayî hewl didin daku bigihîjin lihevkirineke siyasî.