Trump: Niha êrîşkirina li ser Îranê ne di rojevê deye
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê mijara Îranê de daxuyaniyek da û ragihand ku eger di pêşketinên li Rojhilata Navîn de guhertinek çêbibe, çekên Amerîkayê bi amadebûnî li benda tevgerê ne, lê di qonaxa niha de êrîşkirin ne gelekî gengaz e.
Donald Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî da xuyakirin ku wî li gel Serokwezîrê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman El Saniyî re civîneke giring pêk aniye û welatên heremê dixwazin dorpêça deryayî û operasyona "Deriyê Hesinî" bidomin.
Trump bal kişand ser wê yekê ku Îran dê çu carî nebe xwedan çekên nukleerî û ev mijar ne cihê danûstandinê ye.
Trump di hevpeyvîneke ligel ajansa Reutersê de jî da diyarkirin ku ew ji bo destpêkirina operasyonên leşkerî amade ne, lê di vî warî de tu leza wan nîne.