TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump pistgirî da Yûnanistanê, ji Enqere û Atînayê reqemên cûda tên

Admin H
Nivîskar
📅 03 adar 2020 19:19

PeyamaKurd – Piştî ku Tirkiyê deriyên xwe ji penaberan ve vekirin daku derbasî Ewropayê bibin, welatên Ewropayê ketine rewşeke amadebaşiyê.

Serokê Amerîka Donald Trump jî piştgirî da Yûnanistanê û bi Serokwezîrê Yûnan Kiryakos Miçotakis pêwendiyeke telefonî pêk anî.

Koşka Spî ragihandiye ku Trump ji bo dabînkirina ewlehiya sînorên Yûnanistanê piştgiriya welatê xwe diyar kiriye.

Li aliyê din welatên ewropî jî ji bo çareserkirina vê krîzê ketine nav hewldanan ku dixwazin Tirkiye pabendî peymana penaberan a sala 2016an hatiye girêdan be.

Tirkiye dibêje, di nav çend rojên derî hatine vekirin de zêdetirî 130 hezar penaber ji Tirkiyê derbasî Yûnanistanê bûne, lê Atîna jî hejmareke didin dide.

Li gorî amarên berpirsên Yûnanistanê heta şeva Duşemê penaberên bi qaçaxî gihîştine welatê wan 24 hezar û 203 kes in û 183 kes jî hatine binçavkirin.

Parve bike: