TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump piştgiriya biryarên Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî kir

Admin H
Nivîskar
📅 27 mijdar 2026 15:28

PeyamaKurd - Serokê DYAyê Donald Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê piştgiriya xwe ji bo biryar û gavên dawî yên Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ragihand.

Trump di daxuyaniya xwe de ev tişt anîn zimên: "Em piştgiriya hewldanên Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî yên ji bo avakirina desthilata dewletê li seranserê Iraqê, rawestandina qaçaxçîtiya petrola Iraqê, dawîanîna li gendeliyê û xistina hemû çekan di bin kontrola dewletê de dikin.

Em piştgiriya hewldanên Serokwezîr Zeydî yên ji bo avakirina Iraqeke yekgirtî, dewlemend û bihêz ku biryarên xwe yên siyasî bi xwe dide dikin."

Parve bike: