Cîhan
Trump, qanûna firehkirina givaşên ser Rûsyayê û Îranê îmza kir
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump qanûna ku givaşên li ser Rûsyayê fireh dike û yên ser Îranê 5 salan dirêj dike îmza kir.
Qanûn, di derbarê givaşên ser rayedarên Rûsyayê, keştiyên enerjiyêne û ji bo Îranê jî sektorên enerjiyê û çekan kiriye hedef. Qanûna ku Trump îmza kir ya bi navê 'Qanûna Givaşên ser Rûsya û Îranê ya Lindsey O. Graham 2026’ e.
Qanûn, givaşên ser Rûsyayê yên bacên gumrikê û qexeyan fireh kiriye û wexta givaşên ser Îranê 5 sal dirêj dike. Senatoya Amerîkayê di 7ê Tebaxê de qanûnê îmza kiribû û di vê heftê de jî meclisa nûneran qanûn qebûl kir.