Trump stratejiya "hêzên bejayî yên sînorkirî" ji bo Îranê dinirxîne
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, tevî daxuyaniyên xwe yên berê yên dijî dagirkirina berfireh, di nîqaşên taybet de eleqeyeke cidî nîşanî şandina hejmareke sînorkirî ya leşkerên bejayî bo nav axa Îranê daye.
Li gorî raporteke NBC Newsê ku xwe dispêre çavkaniyên payebilind ên Pentagon û Qesra Spî, Trump ligel şêwirmendên xwe senaryoyên piştî hilweşîna mihtemel a rejîma Tehranê û erkên stratejîk ên taybet nîqaş dike.
Tê diyarkirin ku ev hêz ne ji bo şerekî eniyê yê klasîk, lê ji bo operasyonên "cerrahî" û parastina binesaziyên krîtîk têne plankirin.
Berdevka Qesra Spî Karoline Leavittê, tevî ku ev îdia wekî gotegotên çavkaniyên nenas pênase kirin, lê tekez kir ku Serok Trump her gav hemû vebijarkên li ser maseyê vekirî dihêle.
Heya niha şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê bi giranî di asta êrîşên asmanî û deryayî de maye. Lê belê, Pentagon amadekarî ji bo senaryoyên wekî ewlekirina depoyên ûranyûmê li tesîsên nukleerî û girtina navendên fermandariyê dike, eger sîstema parastinê ya Îranê bi temamî têk biçe.
Pisporên leşkerî hişyarî didin ku her cure gava bejayî, her çend sînorkirî be jî, dikare çarçoveya şer bi awayekî metirsîdar berfireh bike.
Ji destpêka pevçûnan ve di êrîşên tolhildanê yên Îranê de 6 leşkerên Amerîkî hatine kuştin û 18 jî birîndar bûne.
Li aliyê din, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî ragihand ku welatê wî ji bo her cure senaryoyekê amade ye û her hewildaneke derbasbûna sînorên wan dê bi bersiveke tund re rûbirû bibe.