TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Tengava Hurmuzê wê di demeke nêz de bê vekirin

Admin H
Nivîskar
📅 05 tebax 2026 10:59

PeyamaKurd - Serokê DYA’yê Donald Trump di hevpeyvîneke televizyonê de ragihand ku di navbera berpirsên Amerîkayê û Îranê de hevdîtinên "gelekî baş" birêve diçin û diyar kir ku ew hêvîdar e Tengava Hurmuzê di demeke nêz de bê vekirin. Trump hişyariyeke tund da rêveberiya Tehranê û got: "Tengava Hurmuzê wê di demeke nêz de bê vekirin; daku neyê vekirin jî ew ê derbeke gelekî giran bixwin û paşê jî ew tengav dê dîsa bê vekirin.

" Serokê Amerîkayê bi bîr xist ku wan êrişeke serbazî ya mezin ku amadekariya wê hatibû kirin rawestandiye piştî ku berpirsên Îranê ji bo guftûgoyan û çareseriya dîplomatîk daxwaz kirine.

Trump tekez kir ku ev hevdîtin ji bo gihîştina rêkeftinekê derfeta dawî ye ji bo Îranê û diyar kir ku eger rêveberiya Tehranê vegere an paşve gav bavêje, ew ê rasterast bi bertekeke tund re rûbirû bimînin.

Serokê DYA’yê destnîşan kir ku nêrîna wî ya sereke neguhêr ye û got: "Divê ew nebine xwediyê çekên nukleerî.

Rewş ev çend zelal e." Trump bal kişand ser wê yekê ku tiştê girîng kiryar û gavên li ser erdê ne, û hişyarî da ku eger Îran negihîje lihevkirinekê, encamên vê yekê dê ji bo wan gelekî xirab bin.

Parve bike: