TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: “Tirkiye xetayeke mezin dike!”

Admin V
Nivîskar
📅 21 tebax 2018 12:43

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ji bo azadiya Keşe Andrew Brunson, em ê her tiştî bikin, em tu tawîzan nadine Tirkiyê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump wiha berdewam kir: “Me û Tirkiyê li hev kiribû. Ji bo ku Ebru Ozkan were berdan, me alîkariya Tirkiyê kiribû, Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî soz dabû ku Brunson berdin. Lê belê wiha çênebû. Ji bo ku Ozkan ji Îsraîlê derkeve, me soza xwe girt; em hêvî dikin ku Ev bavê masûm (Brunson) jî ji Tirkiyê derkeve.”

Trump got ku Tirkiye xetayeke pir mezin dike, ji bo azadiya Keşe Andrew Brunson, em ê her tiştî bikin, em tu tawîzan nadine Tirkiyê.

Parve bike: