Cîhan
Trump û May li ser Sûriye û Îranê peyivîn
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May bi rêya telefonê pêwendiyek pêkanîn.
Li gorî daxuyaniya Koşka Spî di pêwendiya telefonî de, Trump û May ji bilî mijarên berjewendiyên ewlekariyê yên herdu welatan, li ser dorpêçên muhtemel ên bo rejîma Sûriyê, nehiştina Îranê ku bibe xwediyê çekên atomî û paqijkirina Koreya Bakur ji çekên nukleerî axivî ne.
Herwiha hat ragihandin ku mijareke din a hevdîtinê jî bazariyên bazirganî yên di navbera Amerîka û Çînê bûn.