Trump vîdeoyên teqandina Girava Hargê ya Îranê belav kirin
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ji ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê du vîdeoyên ku bi zîrekiya destkirî (AI) hatine amadekirin û bomberdümankirina Girava Hargê ya Îranê nîşan didin parve kirin.
Trump yek ji van vîdeoyan bi not û nivîsa "Girava Hargê wêran dibe" belav kir.
Girava Hargê ji bo hinardekirin û firotina nefta Îranê wekî navendeke gelekî stratejîk û krîtîk tê nasîn.
Her çend Trump gelek caran gefa destdanîna ser Girava Hargê li Îranê xwaribe jî, Rêveberiya Amerîkayê hefteyên dawî li şûna êriş û operasyonên leşkerî yên nû, giranî dabû ser mueyîde û zextên aborî.
Parvekirina van vîdeoyên çêkirî yên zîrekiya destkirî wekî berdewamiya siyaseta zext û gefan a li ser çavkaniyên enerjiyê yên Îranê hat nirxandin.