Trump: Wê artêşa DYAyê dest blokaja temamî ya Hurmizê bike
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump piştî li Îslamabadê heyeta DYAyê û Îranê li hev nekirin daxwuyaniyekî da. Trump di daxwuyaniya xwe de got:
“Weka hun dibînin hevdîtin baş derbas bûn û di gelek mijaran de li hev kirin lê mijara herî girîng li ser mijara nuklerî li hev nekirin.
Ji ber wê, ji bo yekser bicîh bibe, artêşa DYAyê wê pêvajoya berlêgirtina temamê keştiyên ku biçin Buhira Hurmizê û yên ji Hurmizê dertên bixe bin dorpêçê. Em ê bigihên encama ku herkes di Hurmizê de here û were.
Lê Îran got ku li hinek ciyên Hurmizê mayîn hebin û îznê neda. Ev di asta seranserê dinyayê de şantaj e. Wê lîderên welatên dinyayê û bi taybetî DYA jê re bêdeng nemînin.
Min ferman da artêşa DYAyê ku her keştiya perê derbasbûnê dabe Îranê, wan di ava navdewletî de rawestînin. Herkesê ku pere dabe derbasbûna nerewa, wê nikaribe di deryayên vekirî de bi ewlehî derbas bibe.”
Trump got ku wê dest bi îmhakirina mayînên ku Îrane di Hurmizê de bicîh kiriye bikin. Eger Îranî li DYAyê an keştiyekî aştiyane bixe, dê Amerîka wan bişîne dojehê. Trump weha dewam kir:
“Hêzên deryayê yên Îranê neman, hêzên hewayî neman, balafirswar û sîstema radaran neman. Piraniya mezinên wan mirin. Ev hemû ji rûyê armancên Îranê yên nuklerî de qewimîn.
Di nêz de wê dorpêç destpêbike. Wê welatên dinan jî tevî dorpêçê bibin. Wê kes îznê nede ku Îran ji vê xespa xwe kar bike. Pere dixwazin û zêdetir dixwazin çekên nuklerî çêbikin. Em her wext bi temamî amade ne û destê me li ser tekiyê ye. Ji Îranê çi maye, dê artêşa me her tiştên Îranê biqedîne.”
Trump got ku Îranê soza dabû da Hurmizê veke û bi zanîn venekir. Ev rewş bû sedema ku li çar aliyê dinyayê mirov bikevin nav endîşeyê, êşê û tevliheviyê.