Trump xwestiye ku Venezuella bê dagirkirin
PeyamaKurd- Hat ragihandin ku serokê Amerîkayê Trump gelek caran ji şîretkarên xwe re pêşniyar kiriye ku Venezuellayê îşxal bikin. Trump di tebaxa borî de gotibû: “Eger pêwist be, li Venezuellayê rêya leşkerî jî di nav de, gelek bijartekên me hene.”
Ajansa Associated Pressê nivîsand ku Trump di mijara îşxala Venezuellayê de, ne weka li ber raya giştî lê jê zêdetir dixwaze ku Venezuellayê îşxal bikin. Li gor ajansê; berya ku vê fikra xwe beyan bike bi rojek berê, li Ofîsa xwe, bo rêvebirên xwe yên di asta bilind de gotiye ku Venezuella di herêmê de tehdîde û pêşniyar kiriye ku Nicolas Maduro ji ser hukum bîne xwar.
Li gor rêvebirekî ku naxwaze navê xwe bêje, pêşniyara Trump herkesê di odê de şaş kiriye. Li odê şîretkarê ewlehiyê McMaster û wezîkrê karê derve Rex Tillerson jî hebûne. Kesên di odê de, bi rêzê fikra xwe gotine û xwestine Trump dev ji vê fikra xwe berde ji ber ku ew dewletên hevkar yên ku destekê didin siyaseta Trump ya Latîn Amerîkayê, wê dev ji dostaniya xwe û Amerîkyê berdin.
Lê Trump razî nabe û di dema li New Jerseyê ye, Tillerson jî li cem wî ye û weha dibêje: “Gelek bijrtekên me bo Venezuellayê hene. Ev welat cîranê me ye. Li her derê dinyayê, li gelek deverên dûr leşkerên me hene. Venezuella ne gelek dûr e. Li wê derê mirov eziyetê dibînin û dimrin.”
Li gor Qesra Sipî Trump di dema ku Maduro lê digere, Trump qebûl nake û axaftina pêre red dike. Wezîrê Bergiriyê yê Venezuellayê Vladimir Padrino, tehdîda Trump weka ‘dînîtî’ û ‘tundiya gelek zêde’ binav kir.
Li gor Associated Pressê fikra îşxala Venezuellayê ji serê Trump derneketiye û paşî serokê Kolombiyayê re ji Juan Manuel Santos re dibêje. Di êlûnê de, di civîna giştî ya Neteweyên Hevgirtî de, mijarê ji serokên dewletên Latîn Amerîka re dibêje. Li şîretkarên xwe guhdarî nake û pirsa xwe raste rast ji wan re dibêje da bizanibe bê fikra wan çiye.
Di nûçeyê de tê gotin ku paşî McMaster Trumpî razî dike û eleqeya serok Trump bi Venezeullayê namîne.