TÜSIAD: Raste ku Amerîka ji me re name sandiye
PeyamaKurd – Rêxistina Karsazan û Sanayîkarên Tirkiyê ya bi navê TÜSİAD ê ragihand ku wezareta xezînê ya Amerîkayê ji wan re nameyekî şandiye û di nameya xwe de gotiye ku bila şîrketên Tirkiyê bi wan şîrketên Rûsya re yên ku Amerîka dorpêçan daniye ser wan re nexebitin. Berê ji rojnama Amerîkayê di Wall Street Journal de xeber weha hatibû belav kirin:
“Amerîka hişyariyê da şîrketên Tirkiyê da bi şîrketên Rûsya re yên dorpêç li ser wan hene nexebitin. Wezareta xezînê ya Amerîkayê zorê dide ser hevkarê NATO yê, yê ku têkiliya wî ya xwurt bi Moskova re heye.”
Li gor rojnama Wall Street Journal dibêje; di 22 yê tebaxê de wezareta xezînê ya Amerîkayê ji bo Oda Bazirganiyê ya Amerîkayê nameyekî şandiye û tê de weha gotiye:
“Eger şîrketên Tirka bi şîrketên Rûsya re yên ku dorpêç li ser wan hene re bixebitin, wê Amerîka karibe dorpêçan deyne ser wan.”
Piştî nûçe ket ser medya Tirkiyê, TÜSİAD hêj nû mijarê piştrast kir û daxwuyanî da. Di daxwuyaniyê de got ku name gihîştiye destê wan û namê şandine wezareta karên derve, wezareta bazirganiyê, wezareta xezînê û wezareta darayî ya Tirkiyê. TÜSİAD weha got:
“Di 24 ê sibatê de piştî rojên ku Rûsya êrîşê bi ser Ûkraynayê, Amerîka, Yekîtiya Awrûpayê û ji 30 yan zêdetir dewlet biryara dorpêça ser Rûsyayê dan. Îro çawa li ser çapemeniyê tê gotin, cîgirê wezîrê xezînê yê Amerîkayê Adewale Adeyemo nameyekî şandiye û gotiye di çarçoveya dorpêçên ser Rûsya de, eger şîrketên Tirk bi şîrketên Rûsya yên ku dorpêç li ser wan hene re bikevin nav bazirganiyê, dibe dorpêçan deynin ser wan û nameya di vê çarçoveyê de gihandine TÜSİAD ê. Name ji aliyê TÜSİAD ê de bi wezatên Tirkiyê yên karên derve, bazirganî, xezîne û wezareta darayî re hatiye parvekirin. Em pêşkêşî raya giştî dikin.”