TR KU SO
FB X
Cîhan

Turkish Airlinesê ji ber vîrûsa koronayayê gestên xwe yên bo Çînê betal kirin

📅 31 rêbendan 2020 16:58

PeyamaKurd - Şêwirmendê Çapemeniyê yê Turkish Airlinesê Yahya Ustun ragihand ku wan geştên xwe yên jı bo Pekîn, Guangzhou, Şangay û Xian ên bajarên Çînê heya 9ê sibatê rawestandine.

Ustun di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Bi mebesta nirxandina rewşa ji ber vîrusa coronayê û pêşhatên dawîn digel otorîteyên netewî û navnetewî; em geştên xwe yên bo Pekîn, Guangzhou, Şangay û Xian a bajarên Çînê heta 9ê sibatê radiwestînin. Em ê di veguhestina pêşhatan de berdewam bin."

Parve bike: