Cîhan
Twitter 11 deqeyan hilwesiya û nexebitî...
PeyamaKurd - Tora medya civakî Twitter îro 1ê Cotmehê li gor dema Hewlêrê li dor saet 17:00an hilweşiya û bi milyonan bikarhênerên twitterê nekarîn bikevin hesabên xwe û parvekirinan bikin.
Li gorî bikarhênerên medya civakî, Twitter bi qasî 11 deqeyan nexebitî û hilweşiya. Bi hezaran bikarhênerên twitterê taga twitter hilweşiya vekirin û xwestin bizanin bê sedema wê çi ye.
Derbarê vê pirsgirêkê de hîn ji aliyê twitterê ve ti daxuyaniyeke zelalkirinê nehatiye dayîn.