TR KU SO
FB X
Cîhan

UKMTO: Li Tengava Hurmizê 4 keştî bûn armanca êrîşan

Admin H
Nivîskar
📅 13 cotmeh 2026 17:13

PeyamaKurd - Saziya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Keyaniya Yekbûyî (UKMTO) ragihand ku li Tengava Hurmuzê 4 keştiyên din ên bazirganî rastî êrişên gumanbar hatine.

Li gorî daxuyaniya UKMTO’yê, 3 keştiyên neftê (tanker) yên ku ji tengavê derdiketin û keştiyeke barkêş (konteynir) ku ber bi derbasgeha tengavê ve diçû, bi cebilxaneyên nediyar hatin lêdan.

Hat diyar kirin ku tîm û xebatkarên yek ji tankeran di ewlehiyê de ne û derbarê zirara jîngehê de hîn agahiyeke zelal di dest de nîne.

UKMTO’yê bal kişand ser ku van êrişan hemûyan di 11ê Cotmehê de rû dane, derbarê bûyeran de lêkolîn hatine destpêkirin û bang li hemû keştiyên herêmê hat kirin ku hişyar bin.

Parve bike: