Ukrayna: Em li bendê ne ku ligel Tirkiyeyê hevkariyê bikin
PeyamaKurd- Wezîrê Siyaseta Çandiniya Ukraynayê, di konferanseke ku li Berlînê hat lidarxistin de axivî û ragihand ku ew li bendê ne di hemû warên çandiniyê de bi Tirkiyeyê re di nav hevkariyeke nêzîk de bin.
Wezîrê Siyaseta Çandiniya Ukraynayê Mykola Solsky, di 15. Konferansa Wezîrên Çandiniyê ya Berlînê de axivî û got ku ji ber "sabotajên Rusyayê" di korîdora genimî de pirsgirêk hene.
Solskyi di axaftina xwe de bal kişand ser beriya 2 mehan ku hejmara keştiyên rojane li benderên Ukraynayê dikevin, ji îro zêdetir bû û got,
“Hejmara keştiyên ku digihîjin benderan, niha 2 qat kêm bûye. 2 meh berê, rojane herî kêm 6 keştî dihatin kontrolkirin. Îro rojê 2-3 keştî tên kontrolkirin. Ji ber vê yekî jî ji bo başkirina rewşê, pêwîstiya me bi çareseriyê heye.”
Solskyi diyar kir ku Ukrayna ji bo çareserkirina pirsgirêkên korîdora genimî, bi Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî (NY) re dixebite û got ku ji bo başkirina rewşê, pêwîstiya wan bi alîkariya Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî heye.
Mykola Solskyi eşkere kir ku ew li bendê ne di her warê çandiniyê de bi Tirkiyeyê re di nav hevkariyê de bin û got,
“Ji ber ku Ukrayna û Tirkiye, di vî warî de xwedî cerebeyên gelek zêde ne, em amade ne û ez bawer im ku Tirkiye û kompaniyên Tirk jî amade ne ku projeyên nû çêbikin û di warê çandiniyê de têkiliyan bi pêş bixin.”
Wezîrê Solskyi bi berdewamî got, “Bi rastî ez dixwazim ji gelê Tirkiyeyê, ji hikûmeta Tirkiyeyê re gelek tiştan bibêjim. Ji ber ku ew ji bo Ukrayniyan gelek tiştan dikin û em her roj vê yekê hîs dikin.”