Ukrayna: Gefên li ser me, berdewam in
PeyamaKurd- Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Oleg Nikolenko, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku gefên li ser nûnertiyên derve yên Ukraynayê, berdewam dikin.
Oleg Nikolenko, di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ser gefên li ser nûnertiyên derve yên Ukraynayê û got,
“Piştî êrîşa terorîstî ya li Îspanyayê, ji balyozxaneyên giştî yên li Macaristan, Holland, Polonya, Xirwatistan, Îtalya, serkonsulxaneyên li Napolî û Krakowê û Konsulxaneya Brnoyê re pakêtên bi xwîn hatin şandin. Di pakêtan de çavên ajalan hebûn. Paket şil bûn û bêhinek ji vê şiliyê dihat. Em wateya van peyaman lêkolîn dikin.”
Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba jî diyar kir ku ev pakêt xizmetê ji kampanyaya tirsandin û çewisandinê re dikin û got,
"Sedemên me hene ku em bawer bikin li dijî balyozxane û konsolosxaneyên Ukraynayê, kampanyayeke plansaziya teror û tirsandinê tê kirin. Ji ber binketina xwe, hewil didin Ukraynayê di eniya dîplomatîk de rawestînin û me bitirsînin. Lê belê ev hewildan bê encam in. Ez dikarim bibêjim ku em ê ji bo serkeftina Ukraynayê, xebatên bi bandor berdewam bikin.”