TR KU SO
FB X
Cîhan

Ukrayna: Hêzên me, gundekî Donetskê rizgar kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 12 hezîran 2023 02:00

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada berevaniya Ukraynayê hatin ragihandin, artêşa Ukraynayê gundekî herêma Donetskê rizgar kir.

Li gorî daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Lîwaya 68an a Oleksii Dovbush a hêzên çekdar ên Ukraynayê da hat dayîn, hat diyarkirin ku lîwaya navborî di operasyona ku li herêma Donetskê kir de bi ser ket û gundê Blagodatne yê herêma Donetskê ya di bin kontrola Rusyayê de ye rizgar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Leşkerên Lîwaya 68an a Oleksii Dovbush, bi hevkariya yekîneyên cîran ên Hêzên Parastinê yên Ukraynayê, gundê Blagodatne rizgar kir."

Hat diyarkirin ku li gundê Blagodatne bi artêşa Rusyayê re pevçûnên dijwar qewimîne û hejmarek leşkerên Rus jî dîl hatine girtin.

Parve bike: