Cîhan
Ûkrayna: Me di 10 rojên dawî de 7 frokeyên Rûs ên SU-34 xiste
PeyamaKurd - Ûkraynayê ragihand ku di encama êrişeke hewayî ya Rûsyayê de hêzên wan karibûne frokeyeke şer a SU-34 a Rûsyayê têk bibin.
Ajansa Ûkraynî The Kyiv Independentê diyar kir ku di demên dawî de û bi taybetî di mehên Çile û Sebatê de hejmara frokeyên Rûsî yên ku ji alî hêzên U-Ûkraynayê ve têne xistin bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Ajansê her wiha ragihand ku ji bilî 7 frokeyên SU-34 ên deh rojên dawî, di mehên Çile û Sebatê de 2 frokeyên A-50 ên xwedî pergala hişyariya lezîn ku her yek bi buhayê 330 milyon dolarî ye jî hatine xistin.
Li gor daxuyaniya Hêza Asmanî ya Ûkraynayê, hêzên Ûkraynayê di 27ê Sibatê di rojekê de 2 frokeyên SU-34 ên Rûsyayê xistin. Hêza Asmanî her wiha diyar kir ku di 10 rojên dawî de hejmara frokeyên SU-34 ên Rûs ku ji alî hêzên wan ve hatine xistin gihîştiye 7an.Di daxuyaniyê de hate gotin ku frokeya SU-34 li gor demjimêra herêmî di 01.00ê şevê de, li rojhelatê Ûkraynayê hatiye xistin.