Cîhan
Ûkrayna: “Me ji % 25 ê erdê çandiniyê wenda kir”
PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê çandiniyê yê Ûkraynayê Taras Vysotskyi ragihand ku Ûkrayna bi sedema şerê bi Rûsya re % 25 erdê çandiniyê yê Ûkraynayê wenda kiriye. Bi sedema şer miqdarê hasilata çandiniyê wê % 50 dakeve.
Taras Vysotskyi di ragihandina xwe de got ku ji ber îşxala Rûsyayê çandiniya ku hasilata wê ya sala borî 86 mîlyon ton bû, dibe ku îsal dakeve 48.5 mîlyon tonî. Taras Vysotskyi weha got:
“Tevî me % 25 ê araziyê çandiniyê wenda jî kir, ji bo nûfûsê çandiniya îsal zêdeye. Ûkrayna ji bo xidayê tehdîd nîne. Dibe ku em îsal 30 mîlyon ton hububat îxrac bikin lê ev jî ji bo dahata me jidestçûyekî mezine.”
Ûkrayna li seranserê dinyayê hilberînerê hububat û rûnê tov yê dinyayê ye.