Cîhan
Ukrayna | Sîrenên li Kîevê: Ji bo çûyîna stargehan bang hat kirin!
PeyamaKurd – Êrîş û operasyonên artêşa Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê didomin, hat ragihandin ku dengê sîrenên êrîşa hewayî ya li paytext Kîevê dîsa bilind bûye.
Piştî sîrenên li Kîevê, bang li welatiyên Ukraynayê hatin kirin ku biçin stargeha herî nêz.
Beriya vê êrîşa li Kîevê, li bajarê Khersonê teqînek rû da. Rayedarên ku derbarê êrîşê de daxuyanî dan, eşkere kirin Rûsyayê êrîşeke moşekî pêk aniye.
Di vê êrîşê de kesek hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn. Li aliyê din Ukraynayê 8 êrîş birin ser herêmên ku leşkerên Rûsyayê lê kom bûne, yek jê SU-25 û 3 helîkopterên êrîşê KA-52 îmha kirin.