TR KU SO
FB X
Cîhan

Ukraynayê, balafira bombebarkirî ya Su-24M xist!

Ruken güler
Nivîskar
📅 29 adar 2023 18:30

PeyamaKurd- Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê ragihand ku hêzên wan, balafira bombebarkirî ya tîpa Su-24M ya Amerîkayê, ya ji aliyê Rusyayê ve tê bikaranîn, li herêma Bahmutê xistiye xwarê.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, li gorî saeta herêmî saet derdora 01:30an de li herêma Bahmutê balafira bi tîpa Su-24M a Rusyayê hatiye xistin.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku "Yekîneyên li dijî moşekan ên Hêza Asîmanî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê, îşev balafireke bombebarkirî ya Rusyayê ya bi tîpa Su-24M ji nav bir. Destwerdan, di derdora saet 01:30an de li ser rêya Baxmutê çêbû.”

Parve bike: