TR KU SO
FB X
Cîhan

Ukraynayê bertek ji encamnameya G20ê re nîsan da: Tistekî serbilindiyê nîne!

Admin H
Nivîskar
📅 10 îlon 2023 18:27

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Ukraynayê Oleg Nikolenko, derbarê encamnameya Lûtkeya G20an de daxuyanî da û bertek nîşan da.

Nikolenko got: "G20an danezana encamnameyê qebûl kir. Em minetdarê hevpeymanên xwe ne ku hewl dane hin xalên bihêz tê de bicih bikin. Lê di warê êrîşkariya Rûsya ya ser Ukraynayê de, ti tiştekî ku G20 pê serbilind bibe nîne.”

Rayedarê Ukraynî herwiha hin xalên encamnameya G20 jî li ser hesabê xwe yê medya civakî sererast kir û got, li şûna di şerê Ukrayna de bikaranîna çekên nukleerî û gefa wê nayê qebûlkirin, divîya bû bê gotin, “Li Ukraynayê ji aliyê Rûsya ve bikaranîna çekên nukleerî yan jî gefxwarina wê nayê qebûlkirin.”

Parve bike: