Ukraynayê, enerjiya ku diherike Ewropayê, qut kir!
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di dema serdana berpirsa ji enerjiya Yekîtiya Ewropayê (YE) de ragihand ku ji ber hêzên Rus êrîş li binesaziya enerjiyê kirine, Ukraynayê eneriya ku diherike Ewropayê, qut kiriye.
Dema ku Endama Enerjiya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Kadri Simson serdana Kievê kir û ligel Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy û rayedarên din civiya, ji aliyê Zelenskiy ve hat ragihandin ku ji ber binesaziya enerjiya Ukraynayê ji aliyê Rusyayê ve hatiye rûxandin, ew neçar mane ku enerjiya diçe Ewropayê, qut bikin.
Zelenskiy di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa dawî ya binesaziyê û got,
“Mixabin, ji ber ku Federasyona Rusyayê bi moşek û kamikazeyan li pergala me ya enerjiyê daye, em neçar mane ku pêvajoya herikîna gazê ya ber bi Ewropayê ve bidin rawestandin. Lê ez qanih im ku dema her tişt wekî berê bibe û rewşa pergalên me yên enerjiyê asayî bibe, em ê hinardeya xwe ya elektrîkê ya ji bo Ewropayê, berdewam bikin.”
Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy, di agahiyên ku bi Simson re parve kirin de diyar kir ku ji bilî santrala termîk, pergalên wan ên hidroelektrikê jî zerar dîtiye û ji %40ê binesaziya enerjiya Ukraynayê, bi awayekî cidî hatiye rûxandin.