Ûkraynayê li Kurskê prekê hilwesand
PeyamaKurd - Artêşa Ûkraynayê li herêma Kurskê ya Rûsyayê pireke ku Rûsyayê bi ser wê de lojîstîka şer araste dikir hilweşand.
Serfermandariya Artêşê ya Ûkraynayê, bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ên hewayî li herêma Kurskê, di encama bombebaranekê de preke ku ji bo arastekirina lojîstîka şer a artêşa Rûsyayê pir gring e hilweşandine.
Di daxuyaniya Serfermandariya Artêşê ya Ûkraynayê de wiha hat gotin: “Pireke din jî ket"
Di daxuyaniya Serfermandariê de di derbarê mijarê de wiha hate gotin:
“Li aliyê Kurskê. Pireke din jî ket. Hêzên Hewayî yên Ûkraynayê bi domdarî hêrişî şêlên lojîstîkê yên dijmin dike. Hêzên Asmanî yên Ûkraynayê bi vê mebestê li herêma Kurskê, preke ku ji bo arastekirina lojîstîka şer a artêşa Rûsyayê pir gring bû hilweşandin. Bi vê hilweşandinê re wê hêzên dijmin ji derfetên lojîstîkê bêpar bimînin. hêrişên asmanî yên Ûkrayna yên li dijî Rûsyayê bandorek gring li ser pêvajoya şer dike."