Cîhan
UNESCO bang kir ku êrîsên ser Xezaayê rawestînin
PeyamaKurd – Di konferansa 42em ya Neteweyên Yekgirtî beşa perwerdê, zanist û çandê (UNESCO) de biryarekî hat dayîn û tê de bang li pêwendîdaran kirin ku êrîşên ser sîvîlan yên ser Xezzayê rawestînin.
Di dengdana biryara bangê de 8 welat red û 96 welat bi erênî dengên xwe dan. 33 welat rengê dengên xwe aşkera nekirin.
Di bangê de hat gotin ku li Xezzayê zarok, jin, ciwan, mamoste û xebatkarên perwerdê di serî de divê êrîşên ser sîvîlan rawestînin, dibistan û zankoyan nekin babeta êrîşan û zerara zêde nedin mîrasa çandî.
Ji bo Xezzayê av, elektrîk û alîkariyên mirovî herin, dewama kuştina rojnamevanan nekin.