Cîhan
UNICEF: Ji ber koronayê milyonek û 600 hezar zarok ji xwendinê bêpar man
PeyamaKurd - Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) eşkere kir ku ji dema destpêka belavbûna vîrusa koronayê ve, milyonek û 600 hezar zarok ji xwendinê bêpar mane.
UNICEF diyar kir, vîrûsa jorona li tevahîşf cîhanê bûşd sedemf ku perwerdekirina zarokan were rawestandin û ev jî bandorê li pêşveçûnê dike ku divê dibistan werin vekirin.
UNICEFê daye zanîn, pêwîste alîkarî ji bo zarokan were dayîn da bikaribin xwendina xwe dewam bikin û pêşeroja wan were parastin.
Daxuyaniya UNICEFê piştî rêkarên zêde yên welatan bo rûbirûbûna koronayê hat belavkirin ku bi taybet li welatên Ewropayê jî hejmara pêketiyan careke din bilind dibe.