TR KU SO
FB X
Cîhan

Urdin | Prens Feysel wek wekîl û sûngirê Sah Ebdullah sond xwar

Admin H
Nivîskar
📅 01 tîrmeh 2022 22:08

PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Urdinê Petrayê ragihand ku Prens Feysel bin Huseyîn bi merasîmeke li ber kabîneya Urdinê wek wekîl û şûngirê Şah Ebdullah ê Duyem sond xwar.

Prens Feyselê 59 salî, piştî sondxwarinê wê li gorî madeya 28 a Destûra Bingehîn a Urdinê, di tunebûna Şah Ebdullah de wekîltiya wî bike û erkên wî bicih werîne.

Hêjayî gotinê ye Şah Ebdullah 29ê Hezîranê ji bo beşdarî lûlkeya aboriyê bibe ji welat derketibû û çûbû Amerîkayê.

Prens Feysel birayê Şah Ebdullah e û di hêzên asmanî yên qraliyeta Urdinê de, peywirên asta bilind bicih anîne.

Parve bike: