Urdinê bi balafiran êrîsî nav xaka Sûriyê kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku balafirên şer ên tê texmînkirin ên artêşa Urdinê ne, şeva borî li gundewarê başûrê Siwêdayê nêzî sînorê Sûriye-Urdinê êrîşên êrîşî nav xaka Sûriyê kirin.
Li gorî medya herêmî ya bi navê Tûra Siwêda 24, di êrîşê de malek hate bombebarankirin û di encamê de ziyanên mezin çêbûn.
Herwiha çavkaniyan daye zanîn, li başûrê Siwêdayê cihekî li deverên Xariya û Um Derman jî hatine bombebarankirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî daye xuyakirin, li bajarokê Şeab ê gundewarê Siwêdayê yê nêzî sînorê Urdinê mala bazirganekî madeyên hişbir hatiye bombebarankirin û herê kêm kesek hatiye kuştin.
Beriya niha jî artêşa Urdunê ragihandibû ku li ser sînor 9 qaçaxçên madeyên hişbir û çekan hatine girtin û di şerê koma qaçaxçiyan de hejmarek leşkerên pasevanên sînor jî birîndar bûne.