TR KU SO
FB X
Cîhan

Urdun: Ger êrisên Îsraîlê bidomin wê ser gurtir bibe

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 25 sibat 2024 23:55

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen el-Safedî ligel Wezîra Derve û Alîkara Serokwezîrê Bulgaristanê Maria Gabriel ku serdana welatê wî kiribû, li paytext Emmanê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Sefadî hişyarî da ku di şert û mercên niha ku meha Remezanê destpê dike de domandina êrişên li dijî Xezeyê yê Îsraîlê wê tevahiya herêmê bixe bin metirsiya gurtirbûna şer û têkçûna rewşa herêmê.


Safadî anî ziman ku her rojeke ku şer didome metirsiya têkçûna rewşê û hejmara mirinan zêdetir dike.

Wezîra Derve û Alîkara serokwezîrê Bulgaristanê Maria Gabriel jî diyar kir ku Bulgaristan jî ji rewşa mirovî ya li Xezzeyê dilgiran e.

Parve bike: