Urdun: Me 5 moşekên ku ji Îranê hatine avêtin xistin xwarê
PeyamaKurd - Artêşa Urdunê bi karanîna pergalên parastina hewayî 5 moşekên ku ji Îranê ber bi bajarê Zerqa ve hatibûn avêtin têk birin. Hat ragihandin ku perçeyên moşekan tu qurbanî an zerarên madî çênebûne.
Daxuyaniyek nivîskî ya Hêzên Çekdar ên Urdunê diyar kir ku 5 moşekên ku ji Îranê ber bi herêma Azraqê ya li parêzgeha Zerqa ve hatine avêtin hatine tespîtkirin.
Daxuyaniyê zêde kir ku moşek ji hêla pergalên parastina hewayî ve hatine hilweşandin û ji ber perçeyên ku ji moşekan ketine tu qurbanî an zerarên madî çênebûne.
Daxuyaniyê herwiha destnîşan kir ku Hêzên Çekdar ên Urdunê amade ne ku qada hewayî ya welêt biparêzin.
Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê berê ragihandibû ku wan di bersiva xistina helîkoptera Apache de li dijî Îranê êrîş kirine.
Îranê jî ragihand ku wan baregeha leşkerî ya Amerîkî li Muwaffaq Saltî ya Urdunê bi êrîşên moşekî hedef girtiye.