TR KU SO
FB X
Cîhan

Urdun: Pistî dîyaloga bi Sûriyê re qaçaxçîtîya narkotîkê zêde bû!

Admin H
Nivîskar
📅 25 îlon 2023 23:15

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen El Safadî ragihand ku piştî diyaloga asayîbûnê ya bi Şamê re, qaçaxçîtiya narkotîkê bi rêya sînorên Sûriye-Urdunê zêde bûye.

Safadî ji ajansa Emûn a Urdunê re daye xuyakirin: “Urdun berjewendiyên xwe diparêze. Qaçaxiya narkotîkê ne tenê li ser Urdunê li ser tevahîya welatên Kendavê û welatên din xetere ye. Divê hevkarî di vî alî de bê xurtkirin.”

El Safadî daye zanîn ku piştî destpêkirina diyaloga bi hikumeta Şamê re, qaçaxçîtiya narkotîkê zêde bûye û diyar kiriye, ji bingeha 3 hewldanên qaçaxiya narkotîkê yek bi ser dikeve û ew ê vê gefê rawestînin.

Parve bike: