Vance: Bernameya nukleerî ya Îranê diqede"
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance li ser hevdîtinên bi Îranê re li Bürgenstock, Swîsreyê axivî û got, "Bernameya nukleerî ya Îranê diqede û Tengava Hurmuzê vedibe."
Yekem hevdîtinên teknîkî yên derbarê peymana di navbera Amerîka û Îranê de ku li Bürgenstock, li kantona Nidwalden a Swîsreyê bi navbeynkariya Pakistan û Qeterê hat îmzekirin, dest pê kirin.
Kesên jêrîn beşdarî hevdîtinan dibin:
Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff, zavayê Trump Jared Kushner, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Bagher Qalibaf, Wezîrê Derve yê Îranê Abbas û Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed bin Abdulrahman El Thani.
Li gorî TRT Haber, Vance ragihand ku pêşketineke girîng çêbûye. Wî destnîşan kir ku Trump desthilat daye wan ku li ser gelek mijaran çareseriyên dîplomatîk bibînin.