Cîhan
Vê carê parêzer êrîs birin ser doktoran
PeyamaKurd- Li bajarê Lahor a welatê Pakistanê, bi sedema piersgirêkên navbera parêzer û doktoran, parêzer êrîş birin ser nexweşxaneyeka dilî û 3 nexweş jiyana xwe ji dest dan. Di dîmenên di dema bûyerê de ku hatibûn kişandin, hat dîtin ku parêzer odeyên nexweşan yağma dikin, li karmendan dixin û alavan perçe dikin.
Li ser êrîşê doktor û pêwendîdarên dinan xwe veşartin û kes nema ku li nexweşan binêre. Polîs bo belavkirina parêzeran xaza çav bikaranî û zêdetirî 20 kesî hatin girtin.
Parêzer, bi sedema ku di meha borî de hinek xebatkarên nexweşxanê bo parêzeran xerab tevgeriyane, wan protesto dikirin.