Video - Li Idlibê balafira ser a Sûriyê hat xistin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li parêzgeha Idlibê balafireke şer a Sûriyê ketiye xwar. Li gorî çavkaniyên xwecihê balafira Sûrî ji aliyê rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ - El Nûsraya berê) ve hatiye xistin.
Herwiha li gorî heman çavkaniyan tê gotin, cureya balafira Sûrî ya hatiye xistin, Su-22 ya Rûsî ye û pîlotê wê jî ji aliyê milîtanan ve hatiye desteserkirin.
Li ser xistina balafirê vîdyoyek jî ji aliyê milîtanan ve li ser medya civakî hatiye belavkirin ku tê xuyakirin, dûxan bilind dibe.
A Syrian Air Force SU-22 has been shot down by rebels near Khan Shaykhoun, the pilot has been captured#Syria #Idlib pic.twitter.com/6iyRthVTAu
— CNW (@ConflictsW) August 14, 2019
Ev demek e êrîşên rejîma Sûriyê bi hevkariya hêzên esmanî yên Rûsyayê berdewam dikin ku herî dawî SOHRê ragihandibû ku doh 7 sivîl di êrîşan de hatine kuştin.
Li Idlibê hêzên girêdayî Tirkiyê yên opozîsyona Sûriyê û rêxistina HTŞ ku piraniya deverê kontrol dike bi artêşa Sûriyê re di nav şer de ne.
Agahî tên...