TR KU SO
FB X
Cîhan

Vladimir Putin, Civata Ewlehiyê dicivîne!

Ruken güler
Nivîskar
📅 10 cotmeh 2022 02:00

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Kremlînê ve hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, sibê Civata Ewlehiyê dicivîne. Wisa tê payîn ku dibe civat li ser êrîşa Pira Kirimê bicive.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Kremlînê ve hat ragihandin de hat diyarkirin ku dê Vladimir Putin Civata Ewlehiyê bicivîne.

Her wiha Serokê Dewleta Rusyayê, li ser êrîşa li Pira Kirimê hat kirin gotibû ku “Ev êrîş, li dijî tesîseke Rusyayê ya xwedî asteke xeternak e, êrîşeke terorî ye.”

Li ser civîna ku dê sibê were lidarxistin, ji dorhêlên cuda tê îdiakirin ku dibe di vê civînê de li ser bikaranîna çeka nukleerî jî guftugo werin kirin.

Parve bike: