TR KU SO
FB X
Cîhan

Vladîmîr Pûtîn 'ew biryar' îmze kir!

Admin L
Nivîskar
📅 04 rêbendan 2023 17:29

PeyamaKurd Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin biryara 5 mîlyon ruble ji bo malbatên leşkerên Rûs ên ku di şerê li Ukraynayê de mirine bê dayîn îmze kir.

Li gorî vê biryarê, wê 5 milyon ruble ji bo malbatên leşkerên ku mirine, 3 milyon ruble jî ji bo leşkerên birîndar bên dayîn.

Li gorî biryarê, ji bo malbatên leşkerên di şerê li Ûkraynayê de mirine, endamên Wezareta Karên Hundir û Parastina Neteweyî ya Rûsyayê, wê yekcar 5 milyon ruble (nêzîkî 71 hezar û 500 dolar) bê dayîn.

Wekî din, ger leşker birîndar bibin, trawma bibin an jî şok bibin wê 3 mîlyon ruble (nêzîkî 42,900 dolar) were dayîn.

Biryara ku ji roja hatiye îmzekirin ketiye meriyetê, wê ji 24ê Sibata 2022yê pê ve malbatên leşkerên mirî û birîndaran bigire.

Parve bike: