Volkswagen peymanên bi karkeran re fesh dike: Bandorê li 100 hezar xebatkan dike
PeyamaKurd – Şîrketa Almanya ya otomotîvê ya bi navê Volkswagen, ji bo maliyeta hilberînan kêm bike û xebata şîrketê ji nûh de birêbixe, peymana ku bi sendika IG Metall re ji bo xebatkaran îmza kiribû, ragihand ku wê ji 31.12.2026an û bi şûn de peymanên îmzakirî dê yekalî fesh bike.
Bi fesha peymanan re, dê 100 hezar xebatkar ji feshê bandora xwe bigre. Sedema Volkswagen di nav zahmetiyên aboriyê de ye û reqabeta di bazara otomotîvê de gelek germe, xwe ji nûh de birê dixe.
Di nava fesha peymanê de, sed hezar karkerên ku li navenda şîrketê li Almanya dixebitin, wan hemûyan eleqedar dike ku peymana sîwaniye.
Di salên berê de jî peyamenkî weha hatibû fesh kirin lê sendika û şîrket li hev kiribûn ku wê 35 hezar karkeran kêm bikin.
Ji şîrketa Volkswagenê berpirsê çavkaniyên mirovan endamê rêvebiriya navendî Arne Meiswinkel balê kişand ser hilberînerên otomotîva Çînî ku di bazarê de zorê didin şîrketa wan. Meiswinkel got:
“Guherînên di bazarê de esasîne û kûr in. Heya Volkswagen maliyeta xwe bîne ser asta reqabetê dê zahmetiyan bikşîne. Niha ji her wextî bêhtir rewşa wê di xeterê de ye.”
Nûnerê sendika IG Metall Thorsten Groeger, bertekekî tund nîşanî biryara Volkswagenê da. Groeger got ku wê qedexeya grevê ji serê salê û pê de biqede û got:
“Ev derbekiye li ser xebatkaran. Kesên ku destê bavêje berîka xebatkaran, divê ji bo têkoşînekî dijwar amade be.”
Volkswagen û sendika IG Metall ji bo li ser şertên nûh biaxifin; wê piştî 15ê Cotmehê car din li hev bicivin. Di civînê de wê bêhtir li ser mehaneyan, şertên xebatê û ewlehiya kar biaxifin.