Von der Leyen: Dayîna biryara givaşan ya ser Îsraîlê êdî di destê endaman de ye
PeyamaKurd – Seroka komisyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen li ser givaşên ku dê deynin ser Îsraîlê axifî û got biryar êdî di destê endamên Yekîtiyê de ye.
Leyen got ku li ser krîza mirovî ya li Xezzayê tewrekî hevpar çênebûye, li Şerîa Rojava bicîhbûna nerewa nayê qebûl kirin û li ser Ûkraynêyê jî got ku wê desteka YEyê ya darayî û leşkerî dewam bike.
Von der Leyen bi sedema Îrlanda serokatiya demkî ya konseya YE yê digre ser xwe, li bajarê Corkê di axaftina merasima vekirinê de, behsa ewlehiya Ewrûpayê, desteka Ûkraynayê, siyaseta firehbûna Yekîtiya Ewrûpayê û li ser Xezzayê raveyan kir.
Leyen got ku ji ber her diçe bi Ewrûpa bi rewşekî zahmet ya ewlehiyê re rû bi rû ye, divê endamên YEyê di seha bergiriyê de bêhtir berpirsiyariyê bigrin aliyê xwe.
Leyen ragihand ku YEyê amadekariyên bergiriyê xwurt dikin, di çarçova Tevgera Ewlehiya Ewrûpa (SAFE) de, heya niha 10 welatên endam bi temamî 100 milyar Avro peyama krediyan îmza kirine.
Leyen behsa desteka Ûkraynayê kir ku di çarçova bernama krediya ji bo Ûkraynayê ya bi 90 milyar Avroyî, heya niha ji budçê 3 milyar Avro pere dane, ji bo bergiriya hewayî ji para 6 milyar Avroyî qismê ewilî şandine Ûkraynayê. YE ji bo avakirina ortaxiya sanayiya bergiriyê ya mayînde xebatên wê dewam dikin.
Di mijara firehbûna YE de, Leyen got ku ji bo endamtiya Ûkrayna û Moldova fesla ewilî ya muzakereyên endamtiyê dane destpêkirin û pêvajoya feslên Arnavutluk û Karadaxê dewam dikin.
Di mesela danîna givaşa ser Îsraîlê de gelek caran endam civiyane lê heya niha negihane firkekî hevpar.
Êdî dê endamên YEyê di mesela givaşan ya ser Îsraîl de biryarê bidin.