TR KU SO
FB X
Cîhan

Wagnerê, cihên ku lê çalak in ragihand!

Ruken güler
Nivîskar
📅 26 îlon 2023 20:00

PeyamaKurd- Koma Wagnerê ya ku ji aliyê Yevgeniy Prigozhin ve hatibû avakirin û li Rusyayê ji ber ketina balafira wî ya taybet jiyana xwe ji dest dabû, ragihand ku ew li Afrîka û Belarûsê xebatên xwe berdewam dikin.

Di daxuyaniya ku li ser navê "Servîsa Çapemeniyê ya Koma Wagnerê" hat dayîn de hat ragihandin ku ew wekî Koma Wagnerê, niha xebatên xwe li Afrîka û Belarûsê berdewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Girtina kompaniyê nayê nîqaşkirin. Fermandariya kompaniya taybet a leşkerî hîn jî hemû erkên hatine danîn, bi cih tîne û kompaniyê bi rê ve dibe."

Parve bike: