TR KU SO
FB X
Cîhan

Walîtiya Afyonê li ser êrîsa nijadperestî bertek nîsan da: Ti aliyekî civakî nîne!

Admin H
Nivîskar
📅 14 îlon 2020 17:57

PeyamaKurd – Walîtiya Afyonê bi daxuyaniyekê li ser êrîşa şeva borî ya nijadperestî li ser karkarenên Kurd ku ciwanekî Kurd hat kuştin û 2 jî birîndar bûn bertek nîşanî medya civakî û dezgehên ragihandinê da.

Walîtiyê nûçeyên derbarê êrîşê de red kirin û got ku ti aliyekî civakî yê êrîşê nîne û bûyer tenê di navbera karkerên înşaatê û maleke cîranê înşaatê de, ji ber deng û toz û dûmanê derketiye.

Herwiha hatiye gotin, çek û hesinê di êrîşê de hatiye bikaranîn hatine desteserkirin lê êrîşkar reviyaye û hê nehatiye girtin. 

Doh 13ê Îlonê li navçeya Dînarê ya Afyon êrîşeke nîjadperestî li dijî karkerên kurd ên li înşaatê dixebitîn pêk hatibû û karkerê bi navê Ozkan T. jiyana xwe ji dest dabû û karkerên bi navê Firat T. û Emrah O. jî birîndar bûbûn.

Bi çekan êrîşî karkerên Kurd kirin: Ciwanekî Kurd hat kuştin, 2 jî birîndar bûn

Parve bike: