TR KU SO
FB X
Cîhan

Washington Post: Bolton wê guhertinên bingehîn bike!

Admin V
Nivîskar
📅 24 adar 2018 14:38

Duh Serokê Amerîkayê Donald Trump John Bolton wekî Şêwirmendê Ewlehiya Netewî tayîn kiribû. Li ser vê geşedanê rojnameya Amerîkî Washington Postê nivîsek weşand. Di nivîsê de hat gotin ku Bolton wê di siyaseta Amerîkayê de hinek guhertinên bingehîn bike.

W. Postê got ku Bolton nêzîkî Îsraîlê ye û gelekî li dijî Îranê û Qoreya Bakur e. Hinek senatorên Amerîkî jî tirsên xwe anîn zimên. Senatorê demokrat Christopher Coons got ku helwesta Bolton ya li dijî Îran û Qoreya Bakur pir hişk e û em ditirsin ku ev bibe sebeba hinek pirsgirêkên navnetewî.

Parve bike: