Washingtonê cezayên nû sepandin: Serokê Kubayê Miguel Diaz-Canel kete lîsteya reş a Amerîkayê
PeyamaKurd - Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku wan Serokê Kubayê Miguel Diaz-Canel, hevjîna wî, kurê hevjîna wî û du endamên malbata serokê berê yê Kubayê Raul Castro xistine lîsteya cezayan.
Di daxuyaniya fermî de hat destnîşankirin ku ligel Serok Diaz-Canel û kesûkarên wî, kurê Raul Castro ê bi navê Alejandro Castro Espin û neviyê wî Raul Alejandro Castro Calis jî di nav vê lîsteya 5 kesî de cih girtine. Li gorî biryara Wezareta Xezîneyê, hemû mal û milkên van kesan ên li hundirê sînorên Amerîkayê hatine cemidandin û qedexeya bazirganiyê li ser wan hat daxistin; ev gav ji aliyê rêveberiya Havanayê ve wekî "pêngaveke ku aloziyê gurtir dike" hat şermezarkirin.
Saziyên Kubayê yên ku ketine lîsteya cezayan a Wezareta Xezîneyê
Ji bilî kesan, Amerîkayê cezayên aborî û hiqûqî danîn ser çend sazî û rêxistinên krîtîk ên dewleta Kubayê jî. Di vê çarçoveyê de, Wezareta Parastinê ya Kubayê, Enstîtuya Dostaniya ligel Gelan (rêxistina ku pêwendiyên navdewletî û dîplomasiya giştî bi rê ve dibe), "Amistur Cuba" ku wekî şaxekî vê enstîtuyê çavdêriya tûrîzma taybet a li giravê dike û Komîteyên Parastina Şoreşê li lîsteya reş hatin zêdekirin. Ev biryara hişk a Washingtonê nîşan dide ku rûbera peywendiyên dîplomatîk ên navbera Amerîka û Kubayê di sala 2026’an de careke din rûbirûyî xitimandineke kûr û krîzeke nû ya siyasî bûye.