Cîhan
Wê Awûstralya tazmînat bide Fransayê
PeyamaKurd – Awûstralya û Fransa di navbera xwe de peyman îmzekiribûn da ji Fransayê teknolojiya bin deryarê bikire û hem bi hevre keştiyên noqavê hilberînin. Lê Awûstralya bi bandora Îngîltere û Amerîkayê yekalî dev ji projeyê berdabû û li ser têkçûna peymanê, navbera Faransa û Awûstralya-Amerîka-Îngîltere xerab bûbû.
Li gor ragihandina BBC yê; li ser ku Awûstralya peymanê xerab kiribû, Fransa ji Awûstralyayê daxwaza tazmînatê kiribû. Ji ber vê rewşê wê Awûstralya 555 mîlyon Ewro bide Fransayê. Peymana navbera her dû dewletan 35 mîlyar Ewro bû.