Cîhan
Wê Îmarat balyozê xwe bisîne Tehranê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên ligel Îranê de, Îmarat balyozê xwe dişîne paytexta Îranê Tehranê.
Şêwirmendê dîplomatîk ê serokê Îmaratê Enwer Qerqaş ragihand ku welatê wî dixwaze ji nû ve têkiliyan bi Îranê re xurt bike û wê balyozê xwe bişîne Tehranê.
Li gorî rojnameya Ereb News a Siûdî, şêwirmendê kar û barên dîplomatîk ê serokê Îmaratê Enwer Qerqaş gotiye, Abû Debî wê balyozê xwe bişîne Tehranê û ji nû ve têkiliyan bi Îranê re xurt bike.
Qerqaş diyar kiriye ku Îmarat li dijî Îranê nasekine.