TR KU SO
FB X
Cîhan

Wê leskerên Tirkiyê heya saleka dinê jî li Azerbeycanê bimîne

Admin M
Nivîskar
📅 16 mijdar 2023 02:00

PeyamaKurd – Li gor peymana navbera Tirkiyê û Azerbeycanê; leşkerên Tirkiyê li Azerbeycanê hebûn û niha meclisa Tirkiyê li ser daxwaza serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan car din di civîna xwe ya meclisa Tirkiyê de biryara mayîna leşkerên Tirkiyê ya li Azerbeycanê salekî dirêj kir.

Li gor biryara qebûla mayîna leşkerên Tirkiyê li Azerbeycanê; di navbera Rûsya, Tirkiye û Azerbeycanê de, di 9ê Mijdara 2020an de biryarname hatibû îmzekirin. Niha mayîna leşkerên Tirkiyê li gor wê biryarnamê dê dewam dike.

Rûsya û Tirkiye bi hevre çavdêriya navendê ava kirine û xeta sînorê navbera Azerbeycan û Ermenistanê kontrol dikin.

Parve bike: