Cîhan
Wê Yekîtiya Ewropa hinardeya petrola rûsî bi ser deryayan de qedexe bike
PeyamaKurd – Tê çaverêkirin ku Yekîtiya Ewropa di pakêta 6em a dorpêçên ser Rûsyayê de, hinardeya petrola rûsî ya bi ser deryayan de bi temamî qedexe bike.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Fransayê hatiye dayîn, pakêta 6em a dorpêçên ser Rûsyayê yên ji ber êrîşên ser Ukraynayê wê roja Îna bê were eşkere kirin.
Serokatiya Fransa ya Konseya Yekîtiya Ewropayê ragihandiye ku pakêta dorpêçan hatiye pesendkirin û tê de, qedexekirina hinardekirina petrola rûsî bi ser deryayan de jî heye.
Hêjayî gotinê ye, wê bi vê qedexeya dawî ya petrolê re, hinardeya petrola Rûsyayê bê rawestandin ku beriya niha Yekîtiya Ewropayê ji bo wê biryarê dudilî tevgeriyabû.